Îstixbarata Iraqê îdîayên ‘êrîşa berfireh’ derewand
Servîsa Îstixbaratê ya Neteweyî ya Iraqê (INIS) nûçeyên ku dibêjin Bexdayê têkildarî êrîşên leşkerî yên berfiref hişyarî standiye, derewand.
Servîsa Îstixbaratê ya Neteweyî ya Iraqê (INIS) nûçeyên ku dibêjin Bexdayê têkildarî êrîşên leşkerî yên berfiref hişyarî standiye, derewand.
INIS’ê roja yekşemê daxuyanî da û rasterast bersiva nûçeya ku roja şemiyê di rojnameya Asharq Al-Awsat a girêdayî Siûdê Erebistanê de hate weşandin, da. Di nûçeyê de hatibû îdîakirin ku hikûmeta Iraqê di nava 2 hefteyên dawî de ji welatekî Ereb û ji servîseke îstixbaratê ya Rojavayî hişyarî standiye û di nava van peyaman de îşaretên têkildarî “di nava Iraqê de êrîşên leşkerî yên berfireh, nêz dibin” hene.
INIS’ê di daxuyaniya xwe de got, “Em îdîayên di nûçeya rojnameya navborî de bi temamî û bi zimanekî teqez red dikin. Hikûmeta Iraqê ti peyameke wiha nestandiye.” Di daxuyaniyê de her wiha bang li saziyên medyayê hate kirin ku têkildarî mijarên ku ewlehiya neteweyî ya dewleta Iraqê eleqeder dikin, hîn bi baldartir û berpirsyar tevbigerin.
Di nûçeya Asharq Al-Awsat de ku xwe spartibû rayedarên Iraqê yên navên wan nehatin eşkerekirin, hatibû îdîakirin ku welatekî “dost” Bexda hişyar kiriye û di nava hedefên muhtemel de saziyên dewletê yên peywendiya wan bi komên Şîa re, Hêzên Seferberiyê yên Gel (Hişdî Şabî), şexsiyetên leşkerî, depoyên fuze û balafirên bêmirov û kampên perwerdeyê hene. Her wiha di nûçeyê de hatibû îdîakirin ku Îsraîl ji bo di nava Iraqê de operasyonê bike, ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) destûr girtiye.
Îdîayên navborî di demeke welê de ketin rojevê ku zexta DYE’yê ya li ser Iraqê zêde bûye. Washington ji rêveberiya Bexdayê daxwaz dike ku bandora Îranê bi sînor bike û rola komên çekdar ên piştevaniya xwe ji Îranê digirin, kêm bike. Tê diyarkirin ku DYE’yê ji bo tasfiyekirina Hişdî Şabî ya ku entegreyî çêkera dewletê bûye û hemû komên din ên çekdar, zextê dike.
Nûnerê taybet ê Iraqê yê Serokê DYE’yê Donald Trump, Mark Savaya di dawiya meha mijdarê de daxuyanî dabû Rûdaw’ê û ev tişt gotibû: “Li Iraqê wê guhertinên mezin çêbibin. Ji gotinan zêdetir wê pratîk were dîtin.”
Li aliyê din di pêşnûmeya dawî ya Yasaya Rayedarkirina Parastinê ya Neteweyî ya DYE’yê (NDAA) de, hate diyarkirin ku piştgiriya malî ya ji bo Iraqê, bi şertê kêmkirina kapasîteya milîsên nêzî Îranê ve hatiye girêdan û her cure alîkariya ji bo Rêxistina Bedr hatiye qedexekirin. Lîderê Rêxistina Bedr Hadî el-Amirî di hilbijartinên dawî yên parlamentoyê de 18 kursî qezenc kiribûn.
Tê zanîn ku Îran li Iraqê bi rêya gelek hêzên wekîl xebatan dimeşîne û van koman berê berjewendiyên DYE’yê hedef girtine. Washingtonê ji bo bi sînorkirina bandora Tehranê, di meha Adarê peymana demdirêj a ku destûr dide Iraq ji Îranê elektrîk bistîne, betal kiribû.